BI DÎMEN

Ji Îsraîlê êrişa berfireh a li ser Tehranê, Îran 'wê muzakere neke'!

Êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê ji 28'ê Sibatê û vir ve bi rengekî giran dewam dikin. Îsraîlê pêleke nû ya êrişê ya berfireh da destpêkrin. Li Tehranê teqînên mezin rû da. Îranê jî diyar kir ku wê muzakereyê neke.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) operasyonê bi navê "Hêrsa Destanî" û Îsraîl jî bi navê "Gurmijîna Şêr" operasyonê dimeşîne. Êrişan 28'ê Sibatê destpê kirin û bi bersivdana Îranê re li qadeke berfireh belav bû. Bîlançoya mirovî û madî giran dibe. Spanya bi rengekî eşkere li ber şer rabû.

JI ÎSRAÎLÊ ÊRIŞA BERFIREH A LI SER TEHRANÊ

Di roja pêncemîn a şer de artêşa Îsraîlê ragihand ku li hemberî paytexta Îran Tehranê dest bi êrişên hewayî yên "berfireh" kiriye. Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, di êrişan de "Li hedefên rejîma Îranê" hatiye xistin.

Nûçegihanên AFP'ê diyar kirin ku ji bakurrojhilatê Tehranê teqîneke mezin rû da û li ser bajêr dengê balafirên şer hate bihîstin. Televîzyona dewletê ya Îranê jî teqîn piştrast kir, lê belê li ser hedefê agahî neda.

LI TEHRANÊ BALAFIREKE ÎRANÊ HATE XISTIN

Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku di operasyona îro de balafireke şer a li ser Tehranê difiriya hatiye xistin.

ÎRAN: EM Ê MUZAKEREYÊ NEKIN, EM AMADE NE ŞER DEWAM BIKIN

Şêwirmendê sereke yê lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney ê hate kuştin, Mûhammed Mûhbar ji televîzyona dewletê re axivî û anî ziman ku wê bi DYE'yê re muzakereyê nekin û ji şerekî demdirêj re amade ne. Mûhbar got, "Em ji Emerîkiyan bawer nakin û ti sparteyeke me nîne ku em bi wan re muzakereyê bikin. Bi qasî ku em bixwazin em dikarin şer dewam bikin."

Piştî ku hate ragihandin kurê Xamaney Alî Xamaney li şûna wî hatiye hilbijartin, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz hişyarî da û got, "Her kîjan lîder bixwaze Îsraîlê tine bike û gefê li DYE û cîhan azad û welatên herêmê bixwe, her kîjan lîder bixwaze planên rejîmê yên ji bo tepisandina gelê Îranê dewam bike, wê bibe hedef. Navê xwe çi dibe bila bibe, li ku xwe veşêre bila veşêre."

FRANSAYÊ JI BO TENGAVA HURMUZÊ PÊŞNIYARA KOALÎSYONÊ KIR

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot ji ber zêdebûna rageşiyê ji bo parastina trafîka deryayê ya li Tengava Hurmuzê wê pêşniyar bike ku koalîsyoneke navneteweyî bê avakirin. Barrot anî ziman ku li herêmê derbasbûna keştiyan li ber rawestînê ye û ev yek li ser bazirganiya navneteweyî rîskeke cidî ye.

SPANYAYÊ PEYAMA 'NA JI ŞER RE' DA

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez jî şerê li Rojhilata Navîn weke "felaketê" pênase kir û bombardûmana DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê rexne kir. Sanchez anî ziman ku Spanyayê destûr neda ku baregehên wê yên li başûrê welêt ji aliyê balafirên DYE'yê ve bê bikaranîn û got, "Şerên bi vî rengî destpêka felaketên mezin ji bo mirovahiyê ne. Na ji şer re."

LI LUBNANÊ LI ZÊDEYÎ 250 HEDEFAN HATE XISTIN

Li eniya Lubnanê jî artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdeyî 250 êriş kirine û 100 ji wan di nava 24 saetên dawî de li hemberî biryargeh, baregeh û depoyên çekan ên Hîzbûllahê hatiye kirin. Ev operasyon bûn sedem ku nêzî 300.000 kes ji başûrê Lubnanê bêne veguhestin.